• Sunday, 30 June 2024
logo

HDPê jibo Komkujiya Dêrsimê daxwaza komîsyona lêkolînê kir

HDPê jibo Komkujiya Dêrsimê daxwaza komîsyona lêkolînê kir
Di 84mîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de, HDP û Federasyona Komeleyên Dêrsimê û Federasyona Demokrasî ya Yekîtiya Ewropayê ya Dêrsimê daxwaza aşkerekirina gorên bikom ên wê komkujiyê dikin.

84 sal berî niha dewleta Tirkiyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin li dijî Kurdan pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi Rêberiya Seyîd Riza dest bi sores û serhildanê kiribûn.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê û Federasyona Demokrasî ya Yekîtiya Ewropayêya Dêrsimê bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê li seranserê cîhanê, daxwaz ji saziyên demokratîxwaz, endamên komele û rêxistinan û dostên Dêrsimê dike, ku îro 4ê Gulanê di demjimêr 19:37an de weke amaje bi sala 1937, li malên xwe moman vêxin û wêne û dîmenên wê yekê di torên civakî de belav bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di 84mîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de daxwaza damezrandina komîsyoneke taybet li parlamentoya Tirkiyê kir, daku derbarê komkujiyê de lêkolînan bike.

Alican Onlu, parlamenterê HDPê yê ji Dêrsimê ragihand, wî daxwaza pêkanîna komîsyoneke lêkolînê daye parlamentoya Tirkiyê û diayr kir, pêwîst dike ku komîsyonek bo encamdana lêkolînan derbarê wê komkujiyê de bê pêkanîn, ku bi biryara roja 4ê Gulana 1937an a Civata Wezîran a Tirkiyê ew komkujî hat pêkanîn.

Alican Onlu diyar kir, pêwîst e dewleta Tirkiyê Komkujiya Dêrsimê qebûl bike û ji xelkê Dêrsimê lêborînê bixwaze.

Wî parlamenterê HDPê herwiha daxwaza aşkerekirina gora Seyid Riza û hevalên wî û herwiha destnîşankirin û aşkerekirina cihê gorên bikom û vedîtina keçên windabûyî yên Dêrsimê kiriye.

Alican Onlu herwiha daxwaz kiriye, ku arşîvên dewletê yên derbarê komkujiyê de bêne vekirin û bikerên komkujiyê bêne dadgehîkirin.

HDP dibêje, di Komkujiya Dêrsimê de nêzîkî 70 hezar kesî hatine kuştin û bi dehan hezar kes jî bi zorê hatine veguhastin.

Di 4ê Gulana sala 1937an de, Civata Wezîran a Tirkiyê li parlamentoya wî welatî civiya û biryara operasyona artêşê li Dêrsimê derxist ku weke yekemîn belgeya fermî ya derbarê komkujiya Dêrsimê de tê naskirin.

Ji ber wê yekê jî roja 4ê Gulanê weke roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin.

Rudaw
Top