• Sunday, 30 June 2024
logo

Îro salvegera komkujiya Dêrsîmê ye

Îro salvegera komkujiya Dêrsîmê ye
Dêrsîmî 7 daxwazan ji hikûmetê dikin.


84 sal beriya niha Kurdên Elewî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine komkujkirin.

Di roja 4ê Nîsana 1937dan de prosesa komkuj kirina Kurdên Elewî li Dêrsîmê ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve yaku ev çend sal bû bi Serokatiya Mistefa Kemal weke komara Tirkiyeyê hatibû avakirin, destpê kir.

Ev prosesa han heta sala 1938an dom kir. Di encama prosesa han de bi dehezaran welatiyên Kurd yên Elewî li Dêrsîmê hatin şehîdkirin û bi dehezaran welatiyên din jî hatine koçberkirin.

Li gor amarên fermî 16 hezar welatiyên Kurd û li gor amarên ne fermî jî bi giştî 72 hezar welatiyên Kurd yên Elewî hatine şehîdkirin.

Herwiha ji bilî kuştina wan welatiyan, gelek zarokên wan jî bo ku koka xwe nenasin û bibin Tirk ji malbetên xwe hatine veqetandin û dane malbetên Tirk û anjî li dezgehên dewletê de hatine mezinkirin.

Ji bilî wan zirarên canî zirarên gelek mezin jî ber jîngeha Dêrsîmê ketine û ev devera Kurdistanî bi temamî hatibû wêrankirin û piraniya gundên deverê jî hatibûn şewitandin.

Ev komkujiya han bi biryara fermî ya civata wezîran û bi erê kirina Serokkomarê vê demê yê Tirkiyeyê pêk hatiye.

Niha şêniyên Dêrsîmê daxwaz ji hikûmetê dikin ku komkujiya han qebûl bike, malbet û kesûkarên qurbaniyan qerebû bike, navê Dêrsîmê vegerîne fermiyetê, roja 4ê Nîsanê weke roja komkujiya Dêrsîmê were nasîn, ola elewî bi fermî were nasîn û azadiyên olî jê re werin gerentîkirin, gora Seyêd Riza û hevalên wî werin eşkere kirin û ev zarokên ku ji malbeta xwe hatine veqetandin werin dîtin û vegerandin.
Top