Li Meksîkayê pir a metro sere derbas dibû hilweşiya û 23 kes mirin
![Li Meksîkayê pir a metro sere derbas dibû hilweşiya û 23 kes mirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/2e04c19d2a1bf15340e959601d2e5495_L.jpg )
Li rawesteka Olivos a Meksîko ya paytexta Meksîkayê beşek ji rêya hesinî hilweşiya.
Rayedaran ragehandin ku vagonên trenê li gel pirê hilweşiyaye û li ser wesayîtên li xwarê de hatiye xwarê.
Di bûyerê de heta naha 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 49 kes jî rakirine nexwaşxaneyan.
Hat ragehandin gelek ambulans û tîmên agirkuj geheştine cîhê bûyerê û xebatên xwe berdewam dikin.
Derbarê sedemê hilweşîna pirê de heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Basnews