Serokê Parlamentoya Iraqê serdana Hewlêrê kir
Mihemed Helbûsî îro Duşemê 3ê Gulanê danê nîvro gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e di vê serdanê de Helbûsî li gel serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.
Li gor agahiyan, serdana Mihemed Helbûsî di çarçoveya amadekariyên jibo hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ye, ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de bê lidarxistin.
Helbûsî bi Hevpeymaniya Pêşkeftina Niştimanî (Teqedum) beşdariyê di hilbijartinên îsal de dike.
Rudaw