• Sunday, 30 June 2024
logo

Artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge hemahengiya xwe berfiretir dikin

Artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge hemahengiya xwe berfiretir dikin
civîn duhê bi şev li Bexdayê hatiye lidarxistin.
Duhê Serokwezîrê Îraqê li gel aliyên têkildar civiyaye.

Emîndarê wezareta pêşmerge Cebar Yawer li ser hesabê xwe yê fermî ya sosyal medyayê belav kiriye ku duhê bi şev Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li gel aliyên têkildar civiyaye û di civîna han de yaku taybet bûye bi metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser Îraqê biryarek girîng hatiye dayîn.

Cebar Yawer nivîsandiye ku di civînê de biryar hatiye dayîn daku valatiya ewlekarî yaku li hin deverên Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê heye, bi hevbeşî ji aliyê hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ve were dagirtin.

Yawer behsa vê yekê jî kiriye ku ew bo xwe li gel Spasalarê pêşmerge Cemal Emînkî jî di civînê de amade bûne û di civînê de behsa êrîşên terorîstên DIŞIê ya li Pirdê bo ser hêzên pêşmerge hatiye kirin û biryar hatiye dayîn daku hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê valatiya heyî ya li wan deveran bi hevbeşî bi rêya ava kirina hêzeke hevbeş dabigirin.
Top