Kerkûk - Terorîstên DAIŞê gef li xelkê gundekî kurdan xwarine gundê xwe vala bikin!
![Kerkûk - Terorîstên DAIŞê gef li xelkê gundekî kurdan xwarine gundê xwe vala bikin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/445a2cbfd5e6d5ff88657df47c524902_L.jpg )
Li gorî agahiyên BasNewsê, terorîstên DAIŞê ev çend roj in gefê li çend malên kurdan li gundê Enane yê Daqûqê xwarine da ku malên xwe vala bikin û ji gund derkevin.
Li gorî agahiyan, piştî wê yekê hêzeka artêşa Iraqê çû nav wî gundi û dest bi teftîşkirin û lêgerîna malan kiriye.
Qaymeqamê Daqûqê, Loys Fendî ji BasNewsê re got, ew hêza ku çûye gund bo parastina xelkê gund çûye wir.
Basnews