• Sunday, 30 June 2024
logo

Şanda ENKSê bi beşdariya amerîkiyan ligel Mezlûm Ebdî dicive

Şanda ENKSê bi beşdariya amerîkiyan ligel Mezlûm Ebdî dicive
Ji bo çareserkirin pirsgirêkên li pêş destpêkirina diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de, şandeke ENKS dê ligel Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê HSD bicive.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê el-Partî, Nisredîn Ibrahîm, ji Rûdawê re got, “dê civînek di navbera ENKS û Mezlûm Ebdî de bi beşdariya nûnerên Amerîkayê bê lidarxistin.”

Nisredîn Ibrahîm ku duh Yekşemê 2ê Gulanê beşdarî bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê bûbû, diyar kir ku “di vê civînê de dê li ser binpêkirinên ku ji hemû aliyan ve tên kirin gotûbêj bê kirin, da ku ew dosye bi temamî bê girtin.”

Sekreterê El Partî ti amaje bi roja civîna ENKSê li gel Mezlûm Ebdî neda, lê tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de civîn bê lidarxistin.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî (Kobanî) piştgiriya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê dike û yek ji aliyên garantor ên wan danûstandinan e.

Amerîka û Herêma Kurdistanê jî du aliyên din in ku piştgiriya diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de dikin.

Hewldanên jibo dubare destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, piştî serdana şandeke payebilind a Amerîkayê bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.

Nûnerê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê David Braunstein demek beriya niha serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û li gel rayedarên Herêma Kurdistanê û serok Barzanî li ser destpêkirina diyaloga navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê axivîbû.

Piştre David Braunstein serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi cuda li gel şandên ENKS, PYNK û rayedarên Rêveberiya Xweser hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de dîplomatkarê Amerîkî destpêkirina xuleke nû ya danûstandinan gotûbêj kir.

Berî heftiyekê jî Sekreterê El Partî Nesredîn Îbrahîm ku di nava şanda PYNKê de li gel şanda Amerîkayê civiyabû, ji Rûdawê re gotibû ku encamên hevdîtinên li Hewlêrê û li Qamişlo erênî bûne, û ew hêvî dikin di demeke nêzîk de, diyalog dîsan destpê bike.

Nesredîn Îbrahîm wê demê gotibû: “Em wek PYNK bi erênî pêşwaziyê li van serdanan dikin. Me daxwaza xwe ya destpêkirina diyalogê da xuyakirin. Divê di demeke nêzîk de diyalog destpê bikin. Ti soz ji bo destpêkirina diyalogê nehate dayîn, lê hêviya em xurt e ku di demeke nêzîk de me dîsa rûnin li ser maseyê diyalogê. Em vê carê dê wek carên din dirêj nekin.”

Feysel Yûsif, Endamê Serokatiya ENKS û endamê şandeya ku ligel Brownstein civiyabû, jî pêştir ji Rûdawê re ragihandibû, ew weke ENKS dixwazin bi PYNKê re bigihin rêkeftineke herdemî, lê ew “ji bo rêkeftinê bingehan jê re dixwazin.”

Feysel Yûsif herwiha dabû xuyakirin, di qonaxên berê de dema ENKS û PYNK bi hev re gihîştin hin rêkeftinan, xelkê bi erênî pêşwazî lê kir û piştgirî dan danûstandinan û tekez kir, ku divê careke din ew danûstandin bêne destpêkirin.

Rudaw
Top