• Sunday, 30 June 2024
logo

21 girtiyên din li Bexdayê reviyan

21 girtiyên din li Bexdayê reviyan
heta niha 10 ji wan hatine girtin.
Heta niha 10 ji wan dîsa hatine girtin.

Wezareta navxwe ya Îraqê ragihandiye ku duhê yekşem li girtîgeheke Başûrê Bexdayê de 21 Girtî ku jiber tawanên teror û madeyên hişber hatibûn girtin, ji girtîgehê reviyane.

Li gor daxuyaniya wezaretê, piştî bûyerê hêzên ewlekarî bilez operasiyonek lidar xistine û di encama operasiyonê de 10 ji wan Girtiyên ku reviyane dîsa binçav kirine û operasiyon bo girtina ewin din jî berdewame.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku niha li girtîgehê jî lêkolîn li ser çawetiya bûyerê didomin û vê kesên ku kêmanî kirine werin girtin.

Weke tê zanîn roja şemî jî li bajareke din ya Îraqê dîsa 20 girtiyên din li girtîgehekê de reviya bûn.

Top