Şandeke hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kir
![Şandeke hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6877677898989.jpg )
Di civînê de behsa reformên nava wezaretê hatiye kirin.
Îro wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwaziya şandeke hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê kir.
Di civînê de wezîrê pêşmerge û şanda Şêwirmendî ya hevpeymaniya cîhanî behsa êrîşên vê dawiyê yên terorîstên DIŞIê kirine û tekez li ser girîngiya berdewam kirina hemahengî û hevkariya hêzên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞIê kirine.
Her di civîna han de behsa reformên nava wezareta pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge hatiye kirin û wezîrê pêşmerge tekez li ser vê yekê kiriye ku vê ev her du prosesên han bi cidî û bi girîngî tên domandin.