• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Metîna û Heftenînê şerên dijwar derketin

Li Metîna û Heftenînê şerên dijwar derketin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku leşkerê wan ê li Metînayê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye. HPGê jî kuştina 3 leşkerên Tirkiyê li Heftenînê ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê operasyonên li ser axa Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de eşkere kir ku leşkerek din jî ku di operasyona Pençe-Birûsk de birîndar bibû canê xwe ji dest daye.

Wezaretê ragihand ku di operasyona Pençe-Birûsk de leşkerê pispor yê bi navê Ahmet Asan ku di bin çareseriya pizişkî de bû, canê xwe ji dest daye û termê wî ji Colemêrgê bo Kutahya hatiye veguhastin.

Li aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku gerîlayên wan leşkerên Tirkiyê yên li Girê Qesrokê yê li herêma Heftenînê kirine armanc.

Li gor daxuyaniya HPGê di encama êrişa gerîlayan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û “mobese û radarek” jî hatine jinavbirin.

Li gor daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê di operasyonên Pençe-Birûsk de ku 23ê Nîsanê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna li nav axa Başûrê Kurdistanê destpê kirine, heya niha 6 leşkeran canê xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Herevaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana Navenda Operasyonan a li parêzgeha Şirnexê kir ku operasyonên Tirkiyê yê li nava axa Başûrê Kurdistanê birêve dibe.

Rudaw
Top