Konsolê Fransa: Divê Hewlêr û Bexda hevahengiya zêdetir bikin
![Konsolê Fransa: Divê Hewlêr û Bexda hevahengiya zêdetir bikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1619933129Olivir.jpg )
Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies di twîtekê de serxweşî li malbatên Pêşmergeyên şehîd ên ku di êrîşa DAIŞê li Zûrgezraw de şehîd bûne kir û hêviya başbûna bilez ji Pêşmergeyên birîndar re xwast.
Konsolê Giştî yê Fransa nivîsî: "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di berjewendiya ewlehiya Iraqê de hevahengiyên xwe kûrtir bikin."
Roja Şemiyê 1.5.2021ê çekdarên DAIŞ'ê êrîşî ser sengerê Pêşmerge li Zûrgezraw kir û hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiva DAIŞê dan û êrîş têk birin. Wezareta Pêşmerge jî ragihand, di encama êrîşê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.