• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Hewlêrê di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin

Li Hewlêrê di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin
Li bajarê Hewlêrê di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin.

Polîsê Hewlêrê ragihandiye, duhî li ser cadeya 40 Metrî ya Hewlêrê di navbera du kesan de pevçûn derket.

Li gorî agahiyan, di wê pevçûnê de kesek hat kuştin û ewê din jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên polîs, her du kesên ku li hev dane, xizmên hev bûne. Ewê hatiye kuştin bûrayê yê din bûye, navê wî jî Raber Nûredîn û 31 salî bûye.

Heta niha nayê zanîn li ser çi wan kesan li hev dane.

Basnews
Top