• Sunday, 30 June 2024
logo

Kiliçdaroglu: Hûn destê zarokan kelemçe dikin

Kiliçdaroglu: Hûn destê zarokan kelemçe dikin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdartoglu têkildarî girtina ciwanan a bi hinceta sivikayetî li Serokomarê Tirkiyê kirine daxuyaniyek da û got : “Ji bo ku ciwanan li ser tiktokê henekek kir, te kelemçe xistin destên wan yên biçûk . Li Anodolê dibêjin bila zilma te zêde bibe ji bo ku biçî.”

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu li ser hesaba xwe ye Twiterê derbarê desteserkirina zarok û ciwanên ku bi hinceta di medyaya civakî de sivikayetî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirine, vîdyoyek belav kir.

Kemal Kiliçdaroglu di vîdyoyê de bal kişand ser xortaniya wan kesan û got: “Du zarok heneka dikin hûn van dibin û kelemçeyan dixin destên wan yên biçûk. Dê bi peseportan xelk werin revandin, qaçaxiya mirovan bê kirin, lê tu radibî ji du zarokên nûgahiyî re dibêjî te çima li ser Tiktokê ev parve kiriye û destên wan kelemçe dikî. Ma dewlet ev e? Li cem dewletê têgeheke bi navê xweşbînî heye. Em dibên xort. Wateya xortaniyê çi ye? Wataya wê piçek nehesîbûn e, tê wateya kesê piçek rênimayan bin pê dike. Hûn van xortan dibin û hertiştî li wan dikin.”

Kiliçdaroglu herwiha got: “Kelemçeyan dixin destên wan û piştre jî xwe wek ku tiştek gelek baş kiriye dihesibînin. Bi vê hûn wan zarok û ciwanan winda dikin. Ciwan hinek caran dê henekên xwe bi siyasetmadaran bikin, carna dê tinazê xwe bi wan bikin, carna dê rexne bikin. ji bo ku henekek kir, desteser bike, bi ser mala wî de bigire, destê wî kelemçe bike, gazî televizyon û wênekêşan bike, wêneyên wan bigire, di rojname, televizyon û medya civakî de parvebike.”

Li Bakurê Kurdistanê jî roja pêncşemê di demjimêr 10ê sibehê de polîsê Şemzînanê avêtibû ser mala welatiyekî bi navê Cebar Taş û kurê wî yê bi navê Serhat Taş ku temenê wî 14 sal e bi tometa sivikatîkirina bi serokomarê Tirkiyê hatibû girtin.

Li gorî îdiayên polîsan, Serhat Taş li ser torên civakî kurtevidyoyeke montajkirî belav kiriye û tê de fotoyên Erdogan, Suleyman Soylu, Devlet Bahçelî, Sedam Husên hene û piştî wan jî wêneyên Ahmed Kaya, Yilmaz Guney û Selahattîn Demîrtaş û Che Guavera hatine danîn.

Rudaw
Top