• Sunday, 30 June 2024
logo

Brîtanya piştevaniya ji Herêma Kurdistanê re dubare dike

Brîtanya piştevaniya ji Herêma Kurdistanê re dubare dike
Balyozê Brîtanya li Îraqê Stephen Hickey di twîteke xwe de derbarê êrîşa li ser hêza Pêşmerge de, piştgîriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Balyozê Brîtanyayê ragihand: "Şaneşîna Yekgirtî di şerê li dijî DAIŞ'ê de, piştgiriya Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û hemû Iraqiyan dike."

Her wiha got: "Em di pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û geşkirina Iraqê ji bo têkbirina DAIŞ'ê de berdewam dibin."

Stephen Hickey daxwaza hevahengiya zêdetir ji Hewlêr û Bexdayê dike û dibêje: "Em piştgiriya hewldanên Hewlêr û Bexdayê dikin, ji bo valabûna ewlehiyê ya li herêmên cihê nakokiyê hene, dagirin"

Duh danê sibehê DAIŞ'ê êrîşî Lîwaya 10 a Pêşmergeyan a li Pirdê (bilindahiyên Zorgezraw) kir û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn. Di demeke kurt de jî ew êrîş hate şikandin.

K24
Top