• Sunday, 30 June 2024
logo

Umêd Xoşnaw: Hewlêr paytext hemîşe penageyekî aram dibe ji bo aware û kesên lêqewimî

Umêd Xoşnaw: Hewlêr paytext hemîşe penageyekî aram dibe ji bo aware û kesên lêqewimî
Roja şemiyê 01.05.2021ê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, pêşwazî li Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq kir û çend pirsek gotûbêj kir.

Di civînê de rewşa koçber û penaberan hat gotûbêj kir. Herwiha Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkariya wan a li penaber û koçberan. Herwiha Îvan Fayeq amadeyîbûna wezareta xwe nîşan da ji bo her hema hengî û aîlkariyeke pêwîst ligel parêzgeha Hewlêrê.

Herweha parêzgarê Hewlêr Umêd Xoşnaw jî aşkere kiriye ligel rewşa sext a abûrî, weke Hikûmeta Herêmî Kurdistanê û parêzgariya Hewlêrê berdewam xwestine baştirîn xizmetê pêşkeşî milyonek û 2000 hezar penaber û aware bikin. Herwiha Umêd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir Hewlêr paytext hemîşe penageyekî aram dibe ji bo aware û kesên lêqewimî û wan kesên tirsa teror û toqandinê li ser wan heye û tên bajarên Kurdistantanê.

Basnews
Top