Serokê Parlamentoya Kurdistanê êrîşa li ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dike
![Serokê Parlamentoya Kurdistanê êrîşa li ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1619873035parlamani-k.jpg )
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Şeva borî dîsa tarîperestên DAIŞê li mihwerê Pirdê êrîşî ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û di encam de mixabin çend Pêşmerge şehîd û birîndar bûn û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî wek her car ji bo parastina gel û axa Kurdistanê ji her cure êrîş û destdirêjî, wêrekî û qurbaniyên xwe dubare kirin.”
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê tekez dike “Dubarebûna êrîşên bi vî rengî, wê rastiyê piştrast dike ku divê Hewlêr û Bexda zûtir li ser birêveberina navçeyên Kurdistanî li hev bikin û çarenivîsa navçeyên Kurdistanî jî li gor madeya 140 ya destûrê çareser bibe, Her wek pêwîst e hêzên hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin û hevkarî û perwerdekirina hêzên Pêşmerge bikin ji bo bi metirsiya terorîstan bi dawî bibin û rê li ber derketina rêxistina terorîstên DAIŞ û hevpeymanên wan bigire ku herdem li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhanê gef in.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “Em bi navê Parlamentoya Kurdistanê bi tundî êrişa ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê destên çepel ên DAIŞê ve li Pirdê şermezar dikin û serxweşîyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan dikin ku ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê xwe kirine qurbanî û başbûna biles ji birîndaran re dixwazin.”
K24