• Sunday, 30 June 2024
logo

Ava çemê Firatê daketiye asteke metirsîdar!

Ava çemê Firatê daketiye asteke metirsîdar!
Ava bendavên Rojavayê kurdistanê di mehên dawî de ji 4 ta 5 metran daketiye, zengilê metirsiya saleke hişk û ziwa lê dide, bi taybet ku zivistana îsal baran jî weku pêwîst nebariye.

Hem elektrîk kêm tê berhemanîn û hem jî kerta çandiniyê ziyaneke mezin bi ber ketiye.

Mihemedê Misto yê 40 salî û hevgundiyên xwe ku ji gundê Qereqoziq in, li beravên çemê Firatê ji 15 ta 20 donim bexçeyên xwe ji ber nebûna avê ji dest didin.

Elektrîk jî li heman deverê ku 24 demjimêran hebû niha 8 demjimêran tê û elektrîka bajaran ku 8 demjimêran hebû niha 3 demjimêran li gor amarên Desteya Enerjiyê tê dan.

Mihemedê Misto, Cotkar, dibêje, “Gelek ziyan gihiştiye me, beriya niha jeneratorên me hebûn, li ser ava Firaê me vêdixist, niha pir erdê me hene ku bê av mane, tematim, bacanê reş, îsot, tev li ser avê bûn ku niha qût bûye, karesat e.”

Herdu hikûmetên Sûriye û Tirkiyê sala 1994an rêkeftinek derbarê berdana ava çemê Firatê ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe, îmze kirin.

Li gor wê rêkeftinê, rêjeya berdana avê 500 metre sêca di saniyekê de ye, lê niha rêveberiya bendavê dibêje, 200 mm, derdora 75 mm tenê ji bo ava vexweranê tê veqetandin ku devera wan tî nemîne û neçar in rêjeya ava ku derbasî Iraqê jî dibe kêm bikin.

Cîhad Beyram, endamê rêveberiya bendava Tişrînê, dibêje, “Niha em gihiştine astekê ku elektrîkê nakin karê xwe yê pêşî, ji ber ku milet dê tî bibe. Ava vexwarinê karê me ye, em demjimêrên vêxistinê kêm dikin ji bo ku em ava vexweranê dabîn bikin. Ava Tişrînê gihiştiye rêjeyeke metirsîdar. Rêjeya normal 325 e, lê niha gihiştiye 321an.”

Li Rojavayê Kurdistanê 3 bendav hene li ser çemê Firatê ku av û elektrîka deverê dabîn dikin. Lê niha bi hezaran hektar zevî bê av mane û ji 900 mêgawatên elektrîkê ku Rojavayê Kurdistanê ronî dike, tenê 200 bi dest dikeve.

Rudaw
Top