• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li ser êrişa şeva borî li ser Pêşmerge peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê li ser êrişa şeva borî li ser Pêşmerge peyamek belav kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa şeva borî li ser Pêşmerge ragihand, wan gelek caran hikûmeta Iraqê li ser bihêzbûna DAIŞê hişyar kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa şeva borî li ser hêzên Pêşmerge li devera Pirdê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de gotiye, me çendîn caran hikûmeta Iraqê û hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê li ser metirsiya bihêzbûna DAIŞê û sûdwergirtin ji valahiya ewlehiyê li deverên nakok agahdar kiribû. Êrişa şeva borî li ser Pêşmerge hevdem bûye bi çend êrişên din yên DAIŞê re.

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlemento û hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê kiriye bi lez hewla avakirina hêzeka hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bin li deverên nakok da ku DAIŞ nekariye wê valahiyê wek korîdorê bikar bîne. Ji ber ku ew metirsiyek mezin e li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê her wiha gef e li ser ewlehiya deverê û cîhanê.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de gotiye, Herêma Kurdistanê amade ye bo her cure hevkariyekê pêxemet avakirina hevbeşî û hemahengiyeka bilez.

Top