• Sunday, 30 June 2024
logo

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê: Me 3 kontejan dane zimanê Kurdî

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê: Me 3 kontejan dane zimanê Kurdî
Parlamenterê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) yê Êlihê Necdet Îpekyuz mijara perwerdehiya bi zimanê dayikê anî rojeva parlamentoya Tirkiyê û li ser mijarê pêşniyaznemaya pirsan areste kir.

Necdet Îpekyuz di pêşniyaznemaya xwe de balkişand ser rêjeya kesên li Tirkiyê bi zimanê Kurdî diaxivin û ji Wezîrê Perwerdehiyê pirsa sedema dayîna 3 kontejanan tenê ya bo wî zimanî kir.

Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk jî bersiva Ipekyuz da û got li sazî û dezgehên wan yên perwerdehiyê, di çarçoveya beşa Ziman û Zarava Zindî (Zazakî û Kurmancî) de 76 mamosteyên Kurdî erkdar in û îsal bi tayînkirina 3 mamosteyên din jî, ev hejmar dê bibe 79. Pêwîstiya dezgehên perwerdehiyê ya bi mamosteyan, ji kadroyên ku destûra wan hatiye dan tên tayînkirin.”

Parlamenterê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Necdet Îpekyuz jî bersivên wezîrê perwerdiyê nirxandin û got “ev rengekê siyaseta tunehesibandin û bişaftinê ye. Sala borî tenê 1 mamoste tayînkiribûn, îsal jî 3. Ev henekpêkirin e. Pêwîst e ev ziman were parastin û pêşvebirin lê em yek ji van jî nabînin. Diviya ku ji vê bersiva xwe şermkiriban, lê berî ku şerm bikin weke lutfekê dibêjin me 3 kes tayînkirine.”

Wezareta Perwerdehiyê di 5ê Adara 2021an de ragihandibû ku wê 20 hezar mamoste werin tayînkirin lê wezaretê di vê tayînê de tenê cih dabû 3 mamosteyên zimanê Kurdî. Ji van jî 2 kontejan ji bo zaravayê Kurmancî û 1 jî bo zarvayê Zazakî hatibûn diyarkirin.

Rudaw
Top