• Sunday, 30 June 2024
logo

Nasir Herkî: Xwîna pêşmergeyan dikeve stuya hikûmeta Îraqê

Nasir Herkî: Xwîna pêşmergeyan dikeve stuya hikûmeta Îraqê
dibêje hikûmeta Îraqê neamadeye rêkeftinan cîhbicîh bike.
Derbarê êrîşa DIŞIê de daxuyanî daye Kurdistantv.

Parlementerê Parlementoya Îraqê û endamê komîteya ewlekarî ya Parlementoyê Nasir Herkî û ji firakisyona PDKê ye derbarê êrîşa terorîstên DIŞIê ya li Pirdê bo ser hêzên pêşmerge, ragihand ku terorîstên DIŞIê ji nêzî çeperên artêşa Îraqê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine.

Nasir Herkî ev yek diyar kiriye ku xwîna pêşmergeyên şehîd dikeve stuya hikûmeta fedralî ya Îraqê jiber ku neamadeye boşatî anjî valatiya ewlekarî yaku li wan deveran de heye, dagire û ewlekariya wan deveran biparêze.

Herkî behsa vê yekê kirine ku heta niha bo dagirtina wan valatiyan çend rêkeftin hatine kirin lê hikûmeta Îraqê neamadeye wan rêkeftinan cîhbicîh bike.
Top