• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Bexdayê 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Li Bexdayê 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin
du bombeyên vedayî bi leşkerên Îraqê re teqiyane.
Li qezaya Tarmiyayê ya li bakurê Bexdayê 2 bombeyên vedayî teqiyan û di encamê de 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Şaneya ragihandina ewlekariyê a Iraqê ragihand ku li qezaya Tarmiya li bakurê Bexayê bombeyeke çandî bi otombîleke leşkerî corê Hamer ve teqiyaye ku ew otombîl a fewca 3 a lîwaya 59ê firqeya 6 a artêşa Iraqê bû, di encam de 4 leşker hatin kuştin.

Di teqîna bombeya duyem de jî 6 leşkerên din yên Iraqê hatin kutşin.

Şaneya ragihandina ewlekariyê ya Iraqê diyar kir ku demekê ku hêzên ewlekarî mijulî operseyonekê bû di lêgerîn li pey çekdarên nenaskirî û DIŞIê de teqîn çêbûye.
Top