• Sunday, 30 June 2024
logo

Rapirsiya nû; rêjeya dengên AKPê ji %30 daketiye

Rapirsiya nû; rêjeya dengên AKPê ji %30 daketiye
Li Tirkiye û çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê rapirsiyek hat kirin. Li gor amarên wê rapirsiyê rêjeya dengên AKPê %30ê daketiye.

Kompaniya Rapirsiyê ya Area encamên rapirsiya hilbijartinê ya meha Nîsana 2021ê ragihandin.

Rapirsî li 12 parêzgehên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek Stenbol, Tekirdag, Izmir, Bursa, Enqere, Edene, Qeyserî, Samsun, Trabzon, Erzerom, Meletî û Amedê hatiye kirin.

Ew rapirsî li gel 2 hezar 234 kesên temenê wan di ser 18 salî re hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên AKPê %30 daketiye. Ji beşdaran hatiye pirsîn ku eger “îro hilbijartina giştî were kirin hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?.”

AKP: %27.5

CHP: %20.2

IYI Partî: %11.7

HDP: %8.2

MHP: %7.0

DEVA: %2.5

Partiya Saadetê: %0.8

Partiya Pêşerojê: %0.8

Partiyên din: %1.2

Bê biryar / ne yek ji wan jî : %20.0

Dema dengên kesên “bê biryar” li ser partiyan bê dabeşkirin jî encam wiha ye:

AKP: %34.4

CHP: %25.3

IYI Partî: %14.6

HDP: %10.3

MHP: %8.8

DEVA: %3.1

Partiya Seadetê: %1.0

Partiya Pêşerojê: %1.0

Partiyên din: %1.5

Rudaw
Top