• Sunday, 30 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Pîrozbayî li Karkerên Kurdistanê dikim

Mesrûr Barzanî: Pîrozbayî li Karkerên Kurdistanê dikim
dibêje hikûmet pêbende li ser dabîn kirina jiyaneke baş bo wan.


Bi minasebeta Yekê Gulanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Bi minasebeta yekê Gulanê roja cîhaniya Karkeran, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke belav kiriye ku ev jî naveroka peyamê ye;

Bi minasebeta 1ê Gulanê roja cîhaniya Karkeran, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Rêzdariya me bo erk, hêz, bîr û bazoya Karkerên Kurdistanê heye ku di nava rewşeke aloz ya abûrî de berdewamin li ser xizmet kirina Kurdistanê.

Bi vê minasebeta han, pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo parastina mafên Karkeran, dabîn kirina jîngeheke baş bo kar kirinê ku selametî û tendirostiya wan li berçav hatibe girtin di her du kertên taybet û giştî de, diyar dikim.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

1ê Gulana 2021
Top