• Sunday, 30 June 2024
logo

Zarokê Kurd yê bi tometa 'sivkatiya bi Erdogan' hatibû desteserkirin, hat berdan

Zarokê Kurd yê bi tometa 'sivkatiya bi Erdogan' hatibû desteserkirin, hat berdan
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, zarokekî 14 salî ku bi tometa sivikatîkirina bi serokkomarê Tirkiyê hatibû girtin îro serê sibehê hat azadkirin.

Roja pêncşemê di demjimêr 10ê sibehê de polîsê Şemzînanê avêtibû ser mala welatiyekî bi navê Cebar Taş û kurê wî yê bi navê Serhat Taş bi tometa sivikatîkirina bi serokomarê Tirkiyê girtin.

Li gorî îdiayên polîsan, Serhat Taş li ser torên civakî kurtevidyoyeke montajkirî belav kiriye û tê de fotoyên Erdogan, Suleyman Soylu, Devlet Bahçelî, Sedam Husên hene û piştî wan jî wêneyên Ehmed Kaya, Yilmaz Guney û Selahattîn Demîrtaş û Che Guavera hatine danîn.

Li gorî zanyariyên ku bavê Serhat Taş dane Rûdawê, kurê wî ji dozger re gotiye ew ne poşman e, ji ber ku tiştekî xerab nekiriye û ti sivikatî bi serokkomarê Tirkiyê nekiriye. Piştî wergirtina gotinên wî ew biribûn zindana navenda Colemêrgê û karûbarên yasayî li dijî wî dabûn destpêkirin. Lê piştî du rojan ji ber biçûkiya temenê wî û nebûna zemînekî yasayî bo girtina dayîmî, Serhat Taş hat azadkirin.

Rudaw
Top