• Wednesday, 17 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ew pêngaveke gelek girînge

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Ew pêngaveke gelek girînge
proje qanûn duhê hatibû pejrandin.

Duhê qanûna taybet bi dadgeha tawanên DIŞIê hatibû pejrandin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pejrandina proje qanûna taybet bi dadgeha tawanên DIŞIê li Kurdistanê de peyamek belav kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de yaku il ser twitterê belav kiriye nivîsandiye; Pejrandina proje qanûna taybet bi dadgeha tawanên DIŞIê pêngaveke gelek girînge û spasiya civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê dikim.
Nêçîrvan Barzanî herwiha nivîsandiye: Spas bo hevkariyên tîma taybet ya lêkolînên ser tawanên DIŞIê ya Netewên Yekgirtî û Serokê vê time Kerîm xan, daxwaz ji parlementoya Kurdistanê dikim, bo dabîn kirina dadmendiyê lezê di pejrandina proje qanûna han de bike.
Weke tê zanîn duhê civata wezîran civya bû û pştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandibû ku civata wezîran proje qanûna taybet bi dadgeha tawanên DIŞIê pejrandiye.
Top