• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dadgeha Amêdê cezayê zindanê da 12 kesên HDP û BDPê

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Dadgeha Amêdê cezayê zindanê da 12 kesên HDP û BDPê
Li Parêzgeha Ameda Bakura Kurdistanê 12 kesên ku rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan jî di nav de bi hinceta şahidên veşartî û parvekirinên li ser medyaya civakî hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de bi îdîaya “Propaganda Rêxistinî kirine” roja 26ê Nîsanê 12 kes hatibû desteserkirin, ku endam û berpirsên HDPê jî di nav de hebûn.

Dadgehîkirina wan kesan roja Pêncşemê 29ê Nîsanê li Dadgeha Ceza û Sulhê birêveçû

Dadgehê bi hinceta şahidên veşartî û parvekirinên li ser medyaya civakî biryara girtinê bo wan 12 kesan da.

Ew 12 kes pêk tên ji rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan li Amedê Ramazan Karakaya, Hamit Onur, Murat Ondeş, Sadik Tosun, hevserokê berê yê bajarokê Kayapinar Kadri Akkaya, hevserokê berê yê Amedê yê Partiya Heremên Demokratîk (BDP) Mehmet Bakir,Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çand Rifat Roni, Endamê Desteya Şaredariya Yenişehirê Mehmet Zeki Bagcik, Endamê Desteya Şaredariya Baglarê Nuretin Bakan, Endama Desteya Şaredariya Kayapinarê Songul Dag Kapanci, Hevserokê berê yê navçeya Surê ê HDPê Zulfikar Odabaşi û Rêveberê Bajar yê HDPê Naşit Bat.

Rudaw
Top