• Wednesday, 17 July 2024
logo

HPG: 3 leşker hatin kuştin, derb li helîkopterekê hat xistin

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
HPG: 3 leşker hatin kuştin, derb li helîkopterekê hat xistin
Li navçeya Licê şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket. Li gor Wezaerta Navxwe ya Tirkiyê di wî şerî de 5 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din PKKê jî kuştina 3 leşkerên Tirkiyê li Zapê ragihand û aşkere kir ku li heman deverê hêzên wan derb li helîkopterekê xistine.

Li navçeya Lice ya ser bi Ameda Bakurê Kurdistanê ve duh, 29/04/2021, artêşa Tirkiyê bi piştevaniya hêza asmanî operasyoneke mezin dabû destpêkirin.

Ji navçeya Sasona Elihê jî hejmareke zêde ya cerdevanan bo herêma operasyonê hatine veguhastin ku niha li çoltera gundên Zengesor û Mizak berdewam e.

Li gor zanyariyan ji duh ve şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de berdewam in û liv û tevgereke zêde ya helîkopteran jî li navçeyê heye.

Di encama wan şer û pevçûnên giran de li gor medya nêzikî PKKê 5 gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye jiyana xwe ji dest dane.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, cenazeyên gerîlayan ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl hatine veguhastin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî derbarê şerê li Licê daxuyaniyek kir û li gor daxuyaniyê di operasyona bi navê “Eren-2” de 6 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

HPGê heta niha derbarê şerê li Licê ti daxuyaniyek nedaye, lê li gor HPGê li herêma Zapê duh piştî nîvro şerekî dijwar derket û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya HPGê li heman deverê hêzên wan derb li helîkoptereke tîpa Kobra dan û ew helîkopter neçar ma ji herêmê dur bikeve.

HPGê amaje bi wê jî kir ku êriş û operasyonên artêşa Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê berdewam in û li gor daxuyaniyê hêza wan a bi navê “Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal” du caran binkeya leşkerên Tirkiyê ya li bajarokê Kanî Masî li Amêdiyê kirin armanc û derbarê ziyanan de zanyayariyek nehatiye belavkirin.

Rudaw
Top