• Wednesday, 17 July 2024
logo

Parlamentoya Erebî ji ber girtina avê Tirkiyê şermezar kir

Gulan Media April 30, 2021 Nûçe
Parlamentoya Erebî ji ber girtina avê Tirkiyê şermezar kir
Yekîtiya Pararlamentoya Erebî ji aliyê Tirkiyê ve girtina avê li ser xelkê Hesekê şermezar dike û ji civaka navdewletî dixwaze li ser Tirkiyê zextê bike ji bo vekirina avê li ser wî bajarî.

Yekîtiya Parlamana Erebî xwest rê li ber binpêkirinên Tirkiyê û grûpên çekdar were girtin, her wiha ji Tirkiyê jî xwest avê berde ji bo ku karesateke mezin çênebe.

Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemûd Sebax duh ji Netewên Yekbûyî xwestibû ku kiryara Tirkiyê şermezar bike û ava Elok serbest berde.

Li aliyê din ofîsa enerjî û pêwendiyan li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ragihand, ava bendava Firatê 5 metreyan daketiye, lewma berhemanîna elektirîkê gelekî kêm bûye û niha tenê turbînek kar dike.

Herweha ofîsa enerjiyê eşkere kir, ku wê ji bendafa Firatê bi rêya wê turbînê 8 demjimêran elektirîkê bidin, lê wê ji bo hêlên xizmetê yên weke av û aşan were bikaranîn û wê turbîna Swêdî bibe take çavkaniya elektirîkê.

Rudaw
Top