• Wednesday, 17 July 2024
logo

Rewşa Coronayê li Hindistanê metirsîdar e

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Rewşa Coronayê li Hindistanê metirsîdar e
Corona li seranserê cîhanê belav bûye, lê xelkên welatan bi haydarî li rewşa Hindê dinerin.

Belavbûna Coronaya Guherî ya Hindê, rojane bi dehan hezar kesan tûş dike û hezaran tûşbûyan jî dikuje.

Welatan rêyên nû dane ber xwe û inekan ji wan geştên esmanî ligel Hindê ragirtine û hinek ên din jî, her kesekî ku ji Hindê biçin welatê wan, 10 rojan karantîn dikin.

Olîver Vêran, Wezîrê Tendirustiya Fransayê, dibêje, “Guhdaneke taybet bi Virusa guherî ya Hindê hatiye dan. Di vê demê de ku em diaxivin, ti tûşbûyê Koronaya Hindî li Fransayê nehatiye tomarkirin. Em wê yekê dizanin, ji ber ku bi du rêyan em dikarin wê virusê destnîşan bikin, êdî li kûderê be.”

Li gorî Navenda GISAID, aniha virusa guherî ya Hindî, li 21 welatî belav bûye û metirsiya belavbûna wê li welatine din jî heye.

Lê kompanyayên mezin ên dermanan, daxuyaniyên mizgîniyê didin, Bayontêk dibêje, vaksîna wan li dijî virusa guherî ya Hindî jî bibandor e.

Fayzer jî nîşanê bi wê yekê dide, ku di 100 rojê de, dikarin vaksînê jê re dirust bikin.

Albert Bourla, Rêveberê Cîbicîkar ê Pfizer, dibêje, “Em çavdêriya virusa guherî ya Hindê dikin, ez geşbîn im ku em ê bikaribin wê kontrol bikin, lê tiştê ku gelekî min asûde dike ew e ku me dest bi proseyeke xwe kiriye û her ku virusa guherî bû cihê nîgeraniyê, em dikarin di dema 100 rojê de vaksînê jê re amade bikin.”

Hind piştî Amerîkayê di pileya duyem de ye, ji aliyê piraniya hejmara tûşbûyên bi Coronayê ve.

Bêhtir ji 18 milyon tûşbûyên vê virusê hatine tomarkirin û bêhtir ji 200 hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Li gorî wan amarên ku hatine belavkirin, heta niha 10% ji xelkên Hindê dana yakem a vaksînê wergirtiye.

Rudaw
Top