• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezîrê pêşmerge li gel Konsulusê sê welatan civiya

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Wezîrê pêşmerge li gel Konsulusê sê welatan civiya
dibêje terorîst bi teknîk û taktîkên nû êrîşên xwe didomînên.
Behsa liv û tevgerên terorîstên DIŞIê kirin.

Wezareta pêşmerge belav kiriye ku wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di sê civînên cuda cuda de li gel Konsulusên Îmarat, Brîtanya û Franseyê li Hewlêrê civiyaye.

Di nava wan civînan de behsa liv û tevgerên terorîstên DIŞIê hatiye kirin û wezîrê pêşmerge diyar kiriye ku niha terorîstên DIŞIê bi çek, amûrên teknolojîkî yên nû û taktîkên nû êrîşên xwe yên terorîstî berdewam dikin.

Şoreş Îsmaîl herwiha di wan civînan de behsa reforên nava wezareta pêşmerge kiriye û ragihandiye ku prosesa reforman berdewam dibe.

Konsulusan jî piştîvaniya xwe bo hikûmeta herêmê û prosesa reforman ya di nava wezareta pêşmerge de diyar kirine û ragihandine ku piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê berdewam dibe.

Top