• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tê ragihandin

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Li Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tê ragihandin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; ji ber vîrusa Koronayê, her sê rojên Cejna Remezanê qedexeya giştî ya hatûçûnê tê ragihandin.

Cotyar Adil eşkere kir ku kesên ji welatê Hindistanê bên, dê 14 roj werin karantînakirin û hatûçûna bo Hindistanê hat rawestandin. Adil diyar kir ku divê her kes, bi taybetî jî xwendekar pabendî rênimayên xweparêziyê bibin û ew ê dudil nebin û biryara pêwîst bidin ji bo destpêkirina proseya perwerdehiyê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; hikûmet li benda raporta Wezareta Tendirustiyê ye ji bo ku biryarekê derbarê proseya xwendinê de bide. Cotyar Adil eşkere kir ku rêkarên qedexeya hatûçûnê Wezareta Navxwe diyar dike û biryar hatiye dayîn ku sê rojên Cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê were ragihandin.

Basnews
Top