• Wednesday, 17 July 2024
logo

Naveroka civîna civata wezîran ya Kurdistanê

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Naveroka civîna civata wezîran ya Kurdistanê
çend proje qanûn hatin pejrandin.




bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû.

Roja çarşem 28 Nîsana 2021an me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di beşe yekem ya civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, wezîrên darayî û abûrî, wezîrê pilandanînê raportek taybet bi hijmarên dawî yên proje bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an pêşkêş kirin.

Biryar hate dayîn daku komîteyek bo ku nêrîn û têbîniyên civata wezîran di nava proje qanûnê de bicîh bike were damezrandin daku ev têbîniyan bicîh bike û pişt re jî bo pejrandina wan dîsa projeyê bişîne civata wezîran û pişt re jî bo parlementoyê were şandin.

Di beşa dudiyan ya civînê de Cîgirê Serokwezîr encamên civîna taybet ya bo rûbirû bûna hişkesaliyê pêşkêş kir û têde wezaretên têkildar, parêzgar û îdareyên serbixwe pilan, kar û projeyên xwe yên girîng û serekî pêşkêş kirine û biryar hate dayîn daku hefteya pêşiya me, pilana seraserî ya bo rûbirû bûna hişkesaliyê were amadekirin taku di nava civata wezîran de were qebûlkirin û di demeke nêz de jî bikeve meriyetê.

Di mijara dawî ya civînê de 5 proje qanûn hatin pejrandin ku ewin ( proje qanûna dadgeha taybet bi tawanên DIŞIê li herêma Kurdistan- Îraq), (proje qanûna berkar kirin û serrast kiriya qanûna hêlbirîna pîşesazî ya her du ketên taybet û nav hev û hijmara 20 ya sala 1998an serrast kirî li herêma Kurdistanê- Îraq). (proje qanûna serrast kirî ya qanûna yekîtiya odeyên bazirganî û pîşesazî û qanûna bazirganî û pîşesazî qanûna bazirganî) û biryar hate dayîn ev proje qanûnên han bo parlementoya Kurdistanê werin şandin bo ku bibin bi qanûn.

Top