• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Kongirêsa Amerîkayê daxwaza vîzeya taybet bo şervanên HSDê tê kirin

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Li Kongirêsa Amerîkayê daxwaza vîzeya taybet bo şervanên HSDê tê kirin
Hejmarek endamên Kongreya Amerîkayê ji herdu partiyên Demokrat û Komarî projeyasayek pêşkêş kirine û têde daxwaz dikin ku vîzaya taybet bi wan şervanan bê dayîn ku li Sûriyê ligel Amerîkayê di şerê dijî DAIŞê de şer kirine.

Li gor projeyasayê, pêwîst e şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heman vîzaya wergirin ku Amerîka daye wergêrên Iraqî û Efxanî yên ku li gel serbazên Amerîkayê kar kirin û ji ber karkirina wan kesan, li welatên wan metirsî li ser jiyana wan çê bûye.

Projeyasa ji aliyê her yek ji kongirêsmanê Demokrat Jason Crow û kongirêsmanê Komarî Michael Wallter ve hatiye pêşkêşkirin.

Pêştir heman projeyasa di sala 2019 û serdema îdareya Trump de û piştî vekişîna hejmarek ji hêzên Amerîkayê ji beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî kongreyê hatibû kirin, lê hewldanên jibo pesendkirina wê serkeftî nebûn û ew projeyasa hatibû jibîrkirin.

Herdû kongirêsmanan di daxuyaniyeke hevbeş de dibêjin, “Hevpeymanên me yên Kurd jiyana xwe xistin di metirsiyê de û xwe xistin ber egera tolvekirinê ji bo ku şerê dijminên me (Amerîka) bikin û berjewendiyên me pêş bixin. Ew hêjayî spasdarî û alîkariyê ne , pêwîst e Kongreya Amerîkayê rêzê li wan kesan bigire ji ber ku li gel me şer kirine.”

Ew vîzeya ku projeyasa daxwaza wê dike, jê re tê gotin vîzeya koça taybet. Wergirêb vîzayê dikarin piştî şeş mehan karta niîştecîbûbê ya herdemî li Amerîkayê werbigirin û piştî pênc sal mane jî dikarin bibin hemwelatiyê Amerîkayê.

Piştî şerê Viyetnamê hejmarek ji xelkên wî welatî ku ligel Amerîkiyan kar dikirin, piştî vekişîna Amerîkayê ji Viyetnamê hatin kuştin. Ji bo dubarenebûna heman senariyoyê, Amerîkayê di şerên Efxanistan û Iraqê de bi rêya programa vîzeya koça taybet, hejmareke berçav ji wan kesên ku jibo artêş û hikûmeta wî welatî kar dikirin, birine Amerîkayê.

Rudaw
Top