• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

Gulan Media April 29, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir
behsa rewşa bihevre jiyana aştiyane kirin.
Îro çarşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Metia Lescovar û şandeke li gel da kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî Herêma Kurdistan û hewlên Serok Barzanî yên ji bo berfirehkirina pêkvejiyan û vekirîbûna di navbera pêkhatên olî û neteweyiyan û her wiha yarmetîdana Mesîhiyan û pêkhatan ya ji ber êrîşên terorîstan û di demên teng da kir, ji bilî balkişandina girîngiya serdana Papa Frensis ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand ku ew pêkvejiyana li Kurdistanê heye ji aliyê Papayê Pîroz û Vatîkan ve cihê hêvî û cihê rûmet û pêzanîneke zêdeye. Eve vî xiste rû ku çanda hevdû qebûlkirina Kurdistanê wiha dike ku Mesîhî û pêkhatên din baweriyê bi paşeroja xwe hebê.

Her di vê civînê de Serok Barzanî serdana Papa Frensîs ya Herêma Kurdistanê bi dîrokî wesif kir û ragihand xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bi serdana Papa xweşhal bûn. Di derbarê çanda pêkvejiyana xelkê Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew çand rayeke dîrokî ya kevnar li nava gelê me da heye û tayîfegerî û demargîriya olî û neteweyî nekariye li Kurdistanê cihê xwe veke. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku em hemû li mirovayetiyê da birayê hevdû ne û nirxandina her kesek jî divê li ser bingeha reftara wî bê neku bîr û ramana wî.
Top