• Wednesday, 17 July 2024
logo

Desteya Mafên Mirov: Em dê NYê ji metirsiya mayînên PKKê agahdar bikin

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Desteya Mafên Mirov: Em dê NYê ji metirsiya mayînên PKKê agahdar bikin
Rêveberê giştî yê Desteya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê ragehand, Netewên Yekbûyî (NY) ji metirsiya wan bombe û mayînên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê danîne, dê agahdar bikin.

Rêvebera giştî ya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Tavge Omer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew mayînên ku PKKê vê dawiyê li navçe û gundên sînor danîne, metirsiyeke cîdî li ser jiyana xelkê ava kiriye û ji ber wê jî gelek kes bûne qurbanî.’’

Tavge Omer ragehand: ‘’Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan dê NYê û rêxistinên cîhanî ji metirsiya bombe û mayînên PKKê agahdar bik, ku givaşê bixin ser PKKê bo wan bombe û mayînan rabike. Ji ber çekdarên PKKê nexşeya danîna mayînan li gel wan e û dikarin rabikin.

Herwaha got, dê raporteke têr û tejî li ser PKKê amade bikin.

Basnews
Top