• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şirnex jî ket asta parêzgehên herî metirsîdar

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Şirnex jî ket asta parêzgehên herî metirsîdar
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê yên derbarê Covid-19ê de Şirnex ku demek dirêj nexşeya wê ne di rêza metirsîdar de bû, ket asta parêzgehên herî metirsîdar.

Dema Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê yekem car nexşeya Covid-19ê ya parêzgehan ragihand, parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di asta parêzgehên ne metirsîdar de û rengê şîn bû, lê li gor amarên dawî, di pêketina bi Covid-19ê de, ew jî ket asta parêzgehên herî metirsîdar û rengê wê hat guhertin.

Li gor amaran, li parêzgeha Şirnexê, di navbera 17-23ê Nîsanê de ji 100 hezar kesan 55.04 kes bi Covid-19ê ketine. Bi vê rêjeyê Şirnex jî bû bajarê herî metirsîdar di pêketina bi Covid-19ê de. Derbarê zêdebûna pêketiyan de welatiyên parêzgehê xemgîniya xwe anîn ziman û banga pêbendbûna tedbîrîn tendirustiyê dikin. Welatî dibêjin ew ji vê rewşê nîgeran in.

Amarên pêketiyên Covid-19ê (li gor ji 100 hezar kesan) di navbera 17-23ê Nîsanê de li hinek parêzgehên din yên Bakurê Kurdistanê jî wiha ne: Amed (143,60), Riha (104,24), Wan (104,49), Mêrdin (95,00), Bedlîs (186,33), Êlih (182,50), Muş (153,00), Colemêrg (150,79), Sêrt (123,84).

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 43 hezar û 301 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 346 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 710 hezar û 582 kesan û 39 hezar û 57 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 167 hezar û 263 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Rudaw
Top