• Sunday, 30 June 2024
logo

Umît Ozdag gef li Garo Paylan Parlamenterê HDPê xwariye

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Umît Ozdag gef li Garo Paylan Parlamenterê HDPê xwariye
dibêje vê tu jî rastî tişteke weke 1915an werî.
Umît Ozdag, Parlamenterê Stenbolê ji ber ku Garo Paylan, Parlamenterê Amedê yê HDPê Qirkirina Ermeniyan ku di 24ê Nîsana 1915an de çêbûye, yad kiriye gef lê xwariye.

Umît Ozdag, Parlamenterê Stenbolê ku ji İYİ Partiyê îstifa kiribû ji ber ku Garo Paylan, Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Qirkirina Ermeniyan ku di 24ê Nîsana 1915an de çêbûye, yad kiriye gef lê xwariye.

Garo Paylan di 24ê Nîsanê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî Qirkirina Ermeniya weha gotibû, “Piştî 106 salan em li kolanên ku navê serkêşê Qirkirinê Talat Paşa li wan e dimeşin. Zarokên me li dibistanên ku navê wan Talat Paşa ye dixwînin. "Ger îro li Elmanyayê kolan hebûya bi navê Hîtler, ger zarok biçûna dibistanên bi navê Hîtler, em ê li Tirkiyeyeke mîna Elmanyayê bijiyan."

Umît Ozdag bersiv daye Tweeta Paylan û gotiye “Mirovê provakatîf ê bêşerm. Heke tu ne pir kêfxweşî biçe cehenema serê xwe. Talat Paşa ne ermeniyên welatperwer kesên mîna te ji pişt ve li mirov didin sirgûn kir. Heke wext hat tu jî wê ceribandineke weke ya Talat Paşa bijiyî û divê bijîyî.”

Paylan di 24ê Nîsanê de di videoya ku parvekirî de weha gotibû, “Qirkirina Ermeniyan li vê xakê pêk hat. Edaleta qirkirinê tenê li vê xakê, li Tirkiyeyê dikare pêk were."

Ji bianetê hatiye wergirtin.
Top