Komîsyona Helbijartinê: Teqez dema helbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê nayê guhertin
![Komîsyona Helbijartinê: Teqez dema helbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê nayê guhertin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/d53f47f8b3fcb5917a7fd2d75dc89659_L.jpg )
Roja 27.04.2021ê komîsyona helbijartinê bi beyanameyekî daxwaz ji partiyên siyasî û namzedan kir hevpeymaniyên xwe û navê xwe tomar bikin, ji ber dema herî dawî ya ji bo nav tomar kirinê roja 01.05.2021 e.
Heman beyanameyê de komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê red kir ku dema helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê bê guhertin û ragehand: Helbijartin teqez di dema hatiye diyar kirin de dê bê kirin û teqez guhertin di dema pêkhatina helbijartinan de nabe.
Helbijartinên Parlamentoya Iraqê roja 10.10.2021ê dê pêkbên.
Basnews