• Wednesday, 17 July 2024
logo

Perwîn Buldan: Wezîrê Navxwe ji me re got “Grupên ne di bin kontrola me de hene”

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Perwîn Buldan: Wezîrê Navxwe ji me re got “Grupên ne di bin kontrola me de hene”
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan dibêje dema çalakiyên Kobanî di hevdîtina de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê wê demê Efkan Ala ji me re got “Di nav hêzên me yên ewlekariyê de grupên ne di bin kontrola me de hene”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Perwîn Buldan di civîna grupa partiya xwe ya li parlamentoyê de rojev nirxand. Buldan derbarê runiştina yekem ya Doza Kobanî de nirxandin kir û got: “Doza Kobanê di dîroka Tirkiyê de dozek herî mezin ya plangerî ye û dozek gelek bê hiqûqî ye.”

Perwîn Buldan di axaftina xwe de dibêje: “Li derve ne hiştin em li pêşiya dadgehê daxuyaniyê raghînin û ragihandin dîmen û sûretan bikşînin êdî li hindir çi bû hun bifikirin.”

Buldan nerazîbûn nîşan da ku bi sedema tedbîrên Coronayê gelek parêzer hatin asteng kirin ji bo nekevin hola dozê û bibîrxist ku hema hema nîvê holê bi leşker û polîsan ve tijî bû.

Buldan got: “Di vê doza plangerî de wê HDP ne ya ku tê darizandin wê bibe yê ku di darizî ne. Ev doz dozeke ku ji berê de biryara wê ji aliyê AKPê ve de hatiye dayîn. Ev doz tolhildana 7ê Hezîranê û 31ê Adarê ye.”

Perwîn Buldan gotinên Erdogan yên “Kobanî li ber ketinê ye û ket” ku di heyama çalakiyên Kobanî 7ê cotmeha 2014an li Dîlokê kiribûn bi bîrxist û got:

“Wek şanda Îmraliyê em ji bo pêşî girtina provokasyonan 48 demjimêran li wezareta navxweyî bûn. Wê demê wezîrê navxweyî ji me re got di nava hêzên wan yên ewlekariyê de grûpên ku nikarin kontrol bikin hene. Li gel ku di ser de 7 sal derbas bûye, derbarê van grupên ne kontrol kirî yek lêpirsîn ne hatiye kirin. Çima ew hêz nehatin dadwer kirin? Çend kesên wê demê walî û berpirsên emnî bûn cih di darbeya 15ê Tîrmehê de girtin? Hê jî çend kes ji wan berpirsin. Kesên ku difikirin emê van kiryara têxin sucê HDPê û rizgar bibin xwe dixapînin, wê nikaribin ser rastiya bi nixumînin.”

Rudaw
Top