• Sunday, 30 June 2024
logo

Serokwzîr li gel wezîrê derve yê Îranê civiya

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Serokwzîr li gel wezîrê derve yê Îranê civiya
behsa têkiliyên navbera Îran û Kurdistanê kirin.


Behsa têkiliyên navbera Îran û Kurdistanê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, giftûgo li ser pere pêdana têkiliyên navbera Komara îslamiya Îranê û herêma Kurdistanê li ser esasê rêzgirtin û berejwendiyên hevbeş hate kirin.

Herwiha tekez li ser pere pêdana têkiliyên abûrî û alûgora bazirganî jî hate kirin, têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, girîngiya cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî û şandina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta fedralî ve mijarên din yên civînê bûn.

Top