• Sunday, 30 June 2024
logo

Nêzî hezar kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media April 28, 2021 Nûçe
Nêzî hezar kesên din bi Koronayê ketin
hijmara herî zêde ya pêketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.
19 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 969 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 389 kese herwiha li Dihukê jî 355 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 878 berketiyên berê baş bûne û 19 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Top