Generalê Amerîkayê: Vekêşîna me bû sedemê avabûna DAIŞê li Iraqê
![Generalê Amerîkayê: Vekêşîna me bû sedemê avabûna DAIŞê li Iraqê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/7bf523c82ef6331b8741c8b6b7e37573_L.jpg )
General Joseph Votel ku fermandarê berê yê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn bû got: ‘’Çareseriya pirsgirêkan û jinavbirina DAIŞê tenê bi rêya leşkerî ve nabe. Pêwîste bi rêya dîplomasî û çareseriya siyasî jî bê kirin.’’
General Joseph Votel webalê dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞê û şikestina artêşa Iraqê jî xist stûyê serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî û got: ‘’Wî artêşa Iraqê kir artêşeke siyasî.’’
Fermandarê Amerîkayê dibêje vekêşandina beşek piraniya hêzên welatê wan ji Iraqê yek ji sedemên serî rakirina DAIŞê bû li wî welatî.
Roja 18.12.2011ê Amerîka û hikûmeta wê deme ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî de rêkeftin li ser vekêşîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê.
Basnews