• Sunday, 30 June 2024
logo

Efrîn – Çekdarên Tirkiyê kurdek di bin îşkencê de kuştin

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Efrîn – Çekdarên Tirkiyê kurdek di bin îşkencê de kuştin
Kurdekî xelkê Efrînê ku ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatibû revandin, di bin îşkencê de hat kuştin.

Navenda belgekirina binpêkariyan li Efrînê ragihandiye, welatiyekî kurd bi navê Yehya Elî Hemkiro (50 salî), ku roja 18 vê mehê ji aliyê çekdarên koma Ehrar El Şam li gundê Kurzîlê yê nahiya Şêrewa ya Efrînê hatibû revandin, di girtîgehê de û di bin îşkencê de hat kuştin.

Çekdarên Tirkiyê piştî revandina wî welatiyê han, xaniyê wî jî zeft kiribûn.

Basnews
Top