Êrîşî du karwanên hevpeymanan hate kirin
Li gor çapemeniya Îraqê îro li ser rêya Zîqarê êrîşî ser du karwanên locistîkî yên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê hatiye kirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Îraqê îro danê sibê li ser rêya serekî a Zîqarê du bombeyên vedayî bi du karwanên hêzên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê re hatine teqandin.
Di encama wan teqînan de zirar bi kamiyoneke veguhastina amûrên locistîkî ya hevpeymanan gehêştiye.
Êrîşên han ti zirarên canî li pey nebûne.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de êrîş kirine ser hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê bi taybetî li naverast û başûrê Îraqê de gelek zêde bûne.