• Wednesday, 17 July 2024
logo

Koronaya Hindî gehêşte Îraqê

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Koronaya Hindî gehêşte Îraqê
Yekem halet li parêzgeha Zîqarê hatiye tomarkirin.
Koronaya Hindî yaku bi metirsîdartirîn cureya Koronayê ya di wan demê dawî de tê nasîn, gehêştiye Îraqê.
Di vê derbarê de rayedarên Parêzgeha Zîqar li Başûrê Îraqê diyar kirine ku piştî cerbandinên nûjdarî bo welatiyek ku nexweş bûye, derketiye ku ev welatî bi Koronaya Hindî yaku metirsîdartirîn cureya nû ya Koronayêye ketiye.
Jêder behsa vê yekê kirine ku ew welatî beriya çend rojan ji Hindistanê vegeriyaye.
Weke tê zanîn niha li Hindistanê jiber belav bûna bilez ya Koronaya cureya nû ya Hindî, karesateke însanî di holê deye û rojane herî kêm 400 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest didin û zêdetir ji 500 hezar kes jî bi Koronayê dikevin û niha li Hindistanê bi awayeke bi komî termên kesên ku jiber Koronayê mirine têne şewitandin.
Top