• Sunday, 30 June 2024
logo

Malbata Pinar Gultekîn ji dadgehkirina kujerê keça xwe bêhêvî bûne

Gulan Media April 27, 2021 Nûçe
Malbata Pinar Gultekîn ji dadgehkirina kujerê keça xwe bêhêvî bûne
Nêzîkî salekê ye, keça Kurd Pinar Gultekin a xelka parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ku xwendekara Zanîngehê bû li bajarê Mugla yê Tirkiyê ji aliyê hevalê xwe ve bi awayekî hovane hatibû kuştin, lê heft meh e dadgehê kujerê wê keça Kurd ceza nekiriye û berdewam rûniştina dadgehkirinê tê paşxistin.

Kes û karên Pinar Gultekin ji dadgehên Tirkiyê bêhêvî bûne û dibêjin, dadwer berdewam hincetan dibîne û kujerê keça wan ceza nake.

Parêzerê malbatê jî daxwaza guhertina dadweran dike û dibêje, hemû hewldanên xwe dixin tevgerê û dosyayê dikin dosyayeke navdewletî. Herwiha daxwaza zîndanîkirina hetahetayê bo kujerê Pinar Gultekin dikin.

Rezan Epozdemir, parêzerê malbata Gultekin dibêje: “Me ji meha Temûza sala bihorî ve berdewam li deriyên dadgehan daye, dadwer jî hercar hincetekê dibîne, carekê bi navê lêkolîna li ser telefona şexsî ya qurbaniyê, carekê bi navê dîtina kêrekê li nêzîkê termê qurbaniyê û carekê jî bi navê lêkolîna li ser jiyana wê keçê dadgehkirin berdewam dibe. Em hest pê dikin hewldanek heye bo sergirtina tawan, guhertina xeta doze, rewakirina tawan bi rêya anîna hinek dosyeyan ku ti peywendiya wan bi bûyerê ve nîne. Dadgehkirineke ecêb di rojevê de ye, eger bi vê arasteyê berdewam be, em jî neçar in berê xwe bidin dadgehên navdewletî.”

Cemal Metîn Avcî, hevalê Pinar ku tawan kiriye li dadgehê mikur hatiye ku şeva 16ê Temûzê çûye mala Pinar û piştî wêya di navbera wan de nîqaş derketiye, ew xeniqandiye, termê wê xistiye nav bermîlekê û li bexçeyê mala wê benzîn pêdakiriye û şewitandiye. Piştre serê bermîlê bi çementoyê girtiye, xistiye nav baxaca otomobîla xwe û li nav daristanekê avêtiye.

Şefîqe Gultekîn, dayîka Pinarê bêhêvîbûna xwe ji proseya dadgehê tîne ziman û dibêje: “Em ji vê dadgehê bêhêvî bûn, em herçiqas difikirin lê bawer nakin biryareke dadmend ji vl dadgehê derkeve. Berdewam daxwazê ji me dikin ji dozê poşman bibin, em jî venakişin û berdewam dibin. Heta niha bêhna keça xwe dikim, çawa dest jê berdim, çawa poşman bibim. Daxwaza me ew e, wî kesî em şewitandin, bila dadwer me neşewitîne, lê wiha dixuye ti dadperweriyek ji vê dadgehê dernekeve.”

Yekem rûniştina dadgehê li ser dosya kuştina Pinar Gultekin roja 9ê Mijdara 2020an li Sêyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Muglayê hat kirin. Berdewam proseya dadgehkirinê tê paşxistin. Vê yekê jî bavê Pinar gelekî nîgeran kiriye û daxwaza dadmendiyê dike.

Siddîk Gultekin, bavê Pinarê jî bê hêvî bûye û ji serederiya dadgehê li gel bûyerê û dozê gelek nerazî ye. Siddîk Gultekîn dibêje: “Bûyereke kirêt, tawanekî hovane û serpêhatiyeke trajedîk heye, lê dema em berê xwe didin dadgeh û dadwer, araste hatiye guhertin, em hest dikin em tawanbar û tawanbar jî bê tawan e. Dadwer heta niha biryarek di berjewendiya me de nedaye, hemû biryar bo tawanbar in. Ez ji vê derê radighînim, bi ti awayekî baweriya me bi vê dadgehê nemaye û me bi rêya parêzerê xwe daxwaza guhertina dadwer kiriye û hêvîdar in daxwaza me were pesendkirin.”

Pinar Gultekîn roja Çarşembê 22ê Temûzê li warê xwe bajarokê Xêzana Bedlîsê hatibû veşartin. Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş, hejmareke zêde ya welatiyan û xelkê navçeyê beşdarî merasîma veşartina Pinar bûbûn. Cemal Metîn Avcî, kujerê Pinar Gultekîn heman rojê bi biryara dadgehê hat zîndanîkirin.

Rudaw
Top