Ji Rûsyayê hişyariya derbarê Tirkiyê de
Tatyana Golikova got: “Wek tê zanîn heta 1ê Hezîranê geşta bi firokeyan hatiye rawestandin. Di vê mijarê de banga min bo kompanyayên geştiyariyê heye ku li benda biryara dawî bin. Ji bo em carek din derfetên çûnûhatina welatiyên xwe çêbikin em rewşê dinîrxînin, heta li gor rewşa pandemiya li Tirkiye û Tenzanya biryarek dawî neyê dayîn, bilêtan bo piştî 1ê Hezîranê nefiroşin.”
Golikova berî niha ragihandibû ku ji ber têkçûna rewşa Coronayê li Tirkiyê çûnûhatina bi firokeyan ji 5ê Nîsanî heta 1ê Hezîranê sînordar kirine.
Cîgira Serokwezîrê Rusyayê Tatyana Golikova dibêje, li Rusyayê nêzîka 12 milyon kesan doza yekem a vaksînê wergirtiye û kesên ku herdu doz wergirtine jî hejmara wan 7,5 milyon e. Ji bo jêbexşiya giştî divê 69 milyon kes bên vaksînkirin.
Rudaw