• Friday, 27 September 2024
logo

Li Serê Kaniyê di navbera grûpên çekdar de şerekî dijwar derket

Gulan Media April 19, 2021 Nûçe
Li Serê Kaniyê di navbera grûpên çekdar de şerekî dijwar derket
Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva derbasbûyî di navbera grûpên çekdar de şer û pevçûn dijwar rû dan.

Li gor çavkaniyên xwecihî di navbera grûpên çekdar ên bi navên Şikûr El Şam û Siltan Murad de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Li gor zanyariyan di wan şer û pevçûnan de grûpên çekdar li hemberî hev çekên giran jî bikar anîn.

Herwiha ji ber şerê herdu grûpan du guleyên hewanê li Serê Kaniya ser bi Rihayê ve ketin.

Ji ber ku herdu gule li zeviyeke dervey bajar ketin, ziyaneke wan nebûye.

Derbarê zirar û ziyanên herdu grûpan jî di encama şer de, heta niha zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ji dema ku hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dest danîne ser bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wê li Rojavayê Kurdistanê, bi şêweyekî berdewam şer di navbera grûpên çekdar xwe bi xwe de derdikeve.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha 2019an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Rudaw
Top