• Monday, 01 July 2024
logo

Hewlêrê bersiva Enqerê da

Gulan Media March 11, 2021 Nûçe
Hewlêrê bersiva Enqerê da
Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Cotyar Adil li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Trikiyê ya di derbarê pûlên postayê yên Herema Kurdistanê de got “Ji bo çapkirina Pûlên ku hatine dîzaynkirin, hê tu biryara pesendkirinê nehatiye dayîn.”

Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna Lijneya Wezîran di daxuyaniya çapemeniyê de, li ser pûlên postayê yên ku di serdana Papa de hatibûn amadekirin bersiva Wezareta Derv ya Tirkiyê da.

Adil diyar kir ku bi awayekî guncaw dê pûl li gorî Destûrê û hiqûqê bên dîzaynkirin û wuha berdewam kir “Hunermendan çend pûlên ku dixwestin werin çap kirin dîzaynkirine lê heta niha hê tu biryara pesendkirinê nehatiye dayîn.”

Papa Francis di çarçoveya serdeana Iraq û Herema Kurdistanê de, di 7ê Adarê de hatibû Hewlêrê. Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê ji bîranîna seredana Papa ya Kurdistanê 6 nimûneyên pûlên cuda hatibûn amadekirin.

Li ser yek ji wan pûlan jî nexşeya Kurdistanê ya beriya peymana Lozanê cih digirt ku bû sedema bertekên Tirkiyê.

Ji ber vê yekê Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kiribû û tê de vê yekê wek xeletiyek dibîne û ji Herema Kurdistanê di derbarê mijarê de daxuyaniyek xwest.

Rudaw
Top