• Monday, 01 July 2024
logo

Îsraîl dirêjtirîn projeya bin avê cîhbicîh dike

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Îsraîl dirêjtirîn projeya bin avê cîhbicîh dike
proje di nava 5 salan de temam dibe.


Gaza xwezayî bo Ewrûpayê vediguhêze.

Wezîrê enerjî yê Îsraîlê Yuval Steinitz di hevpeyvîneke xwe de li gel çepemeniya welatê xwe de diyar kiriye ku vê Îsraîl li gel Başûrê Qubrisê projeyeke gelek girîng cîhbicîh bike.

Yuval Steinitz diyar kiriye ku ev projeya han ku dirêjtirîn û kûrtirîn projeya bin avê ye, bo veguhastina gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn bo Ewrûpayê dibe û ev projeya han vê di nava 5 salan de were temamkirin.

Nav hatî diyar kiriye ku beriya niha danûstanek di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bo veguhastina gaza Îsraîlê bo Tirkiyeyê hebû , lê ev danûstandin negehêşte encam.

Top